1 deqîqe xwendin

Kûzû yê AKP'î pejirand desthiladarî ‘diz’ e

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN 28.01.2014 09:52:10 Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirkiyeyê Bûrhan Kûzû yê AKP'yî, di bernameyeke kanala CNN Turk de li ser pirsa çima her tim navên rastgir di bûyerên diziyê de derdikeve got: “Ji ber ku çepgir kêm tên desthilariyê, kêm diziyê dikin, dema ku dibin desthildar ew jî tê dîtin, dema bûn hikûmet ev yek diyar dibe.”

Bûrhan Kûzû li CNN Turk'ê bersiv da pirsên Enver Aysever û qebûl kir ku desthilatdariyên li Tirkiyeyê diz in. Kûzû dema ku çepgir sûcdar kir, ev mukirhatin kir.

Kuza ji bo pirsa“Çima çepgir her tim bi sûcên siyasî tên girtin, rastgir jî bi sûcên diziyê?” ev bersiv da: “Ji ber ku çepgir kêm dibin desthiladar, kêm diziyê dikin, dema ku dibin desthiladar ev jî tê dîtin. Dema ku bûn hikûmet jî ev yek derdikeve holê. Ji ber ku dema di destê kesekê pere nebe, qad nebe wê çi bidize.”