3 deqîqe xwendin

Le Monde: Rêya DAIŞ’ê di Rihayê re derbas dibe

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Rojnameya Fransayê ya Le Monde der barê xebatên rêxistina DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê de nûçeye-wêneyek weşand. Saturday, February 14, 2015 at 8:47 AM Parîs - Anf Rojnameya Fransayê ya Le Monde der barê xebatên rêxistina DAIŞ’ê yên li Tirkiyeyê de nûçeye-wêneyek weşand.

Di destpêka nûçeyê de tê gotin ku hejmara Amedy Coulîbaly yê êrîşa li Parîsê pêk anî, Hayaqt Boumendîenne di 4’ê Çile de ji Rihayê derbas bûye. Tê gotin ku Boumnedîenne beriya êrîşa di 8’ê Çile ku li Taxa Vîncennes a Parîsê pêk hat û polîsek jin jiyana xwe ji dest da, derbasî Sûriyeyê bûye.

Di nûçeya bi ser navê ‘Li Tirkiyeyê riya cîhadê ji Rihayê derbas dibe’ tê gotin ku Boumedîenne 50 kîlometre li Başûrê Rihayê ji zeviyan derbas bûye û tevlî rêxistina çavsero ya DAIŞ’ê bûye.

Le Monde destnîşan kir ku ji derketina DAIŞ’ê ya sala 2013’an heta niha, Riha bûye rêya herî mezin a şer a Sûriyeyê.

Li gorî rojnameyê li bajarê muhafazakar, di navbera rayedarên Tirk, DAIŞ û PKK’ê de şerekî tevlihev û veşarî heye.

Hevserokê HDP’ê Ridvan Yavuz ji Le Monde re axivî û got: “Niha li dijî DAIŞ’ê du şer hene. Yek li Sûriyeyê û ya din jî li vir. Riha ji bo DAIŞ’ê paytext e. Lê rayedarên Tirk dibêjin agahiya me ji ti tiştekî tine. Çi dikin? Gelo dipên ku cîhadî karê xwe yên li Sûriyeyê bikin an jî ji wan ditirsin?

Rojnameyê pirsa gelo wê endamên DAIŞ’ê yên li Rihayê ji penaberên Sûriyeyî yên li Rihayê ne çawa bên naskirin û bi hevdîtinên bi penaberên li bajar re xwe digihînin şopa DAIŞ’ê.

Ebu Şahadî ku baskê El Qaîdeyê yê Sûriyeyê bû û ji salekê ji El Nusra re xebitî, ji bo xwe veşêre û biparêze her tim bi rêk û pêk 30 Euro dida leşkerê Tirk.

Rêxistina DAIŞ’ê dema ku bajarê Cerablusê ku Şahadî lê dijiya dagir kir, zêdetir veşartî tevgeriyaye.

Şahadî ku beriya şer qaçaxvanî dikir, bi şer re xwe li gorî şert û mercan amade kir û vê carê jî cîhadiyên biyanî derbas dikir.

Şahadî ku got ku ji havîna 2013’an heta niha vî karî dike, got ku 50 kes ku piranî ji Tûnûs, Siûdî Erebîstanê ne ji Ewropa û Fransayê jî ne ji sînor derbas kirine. Ji bo derbaskirina van 200 û 1000 dolar hatiye dayîn.

Şahadî dibêje ku piştî bombebarana hêzên koalîsyonê karê wan zehmet bûye. Ev ciwanê 26 salî got ku DAIŞ’ê ji buroya berpirs a çapemeniyê ya Cerablusê ji nasekî xwe talîmat girtiye.

Dema ji balafirê dadikeve Balafirgeha Riha û Dîlokê saet û navê kesên tê ji buroya Cerablusê digire.

Rojnameyê bal kişand ser konên li xeta sînor yên ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin û hat diyarkirin ku Kurdên dildar ji serê salê de ye nêzî 30 endamên DAIŞ’ê xilas kirin e û piraniya wan teslîmî polîs kirine.