DİHOK/ROJNEWS
Ji her çar parçeyên Kurdistan 9 jinên di tiyatroya ‘Jinên çavên rê’ dileyîzin de li bajarê başûrê Kurdistanê Dihokê tên cem hev. Li wê derê wê tiyatroya serpêhatiya 7 jinên berxwedêr yên li hember zilma çeteyên DAIŞ ‘Jinên çavên rê’ cara yekem bê leyîstin.
9 jinên ji çar parçeyên Kurdistanê ku di şanoya serpêhatiya 7 jinên berxwedêr de dileyîzin li bajarê Dihokê hatin cem hev. Wê şanoya serpêhatiya 7 jinên berxwedêr ‘Jinên çavên rê’ cara yekem li bajarê Dihokê were leyîstin. Leyîstikvanan amadekariyên xwe yên dawî temam kirine û wê sibe li salona kongreya zanîngeha Dihokê bi temaşevanên xwe re werin gel hev.
Wê piştî Dihokê şano li Hewlêr, Silêmanî, Amed, Stenbul û Ewrûpa jî were leyîstin.