HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Welatiyên bi navê Ferman Cîngoz û Edîp Tanriverdî yên di sala 1994'an de li navçeya Lîcê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin piştî îşkenceyê hatin înfazkirin. Dosyaya lêpirsînê 19 salan nehate ber dozgeriyê. Di sala 2013'an de leşkerê şahidê înfazê ji dozgeriyê re înfaz kêê kirin, çawa û kengî yek bi yêk vegot. Dozgerê di nava salekê de doz venekir ji ber demboriyê derbarê lêpirsînê de biryara bêşopandinê da.
Di 20'ê adara 1994'an de li gundên navçeyên Hezro û Lîcê yên Amedê bi tevlîbûna cerdevanan operasyonekî leşkerî ya mezin hate destpêkirin. Piştî operasyonê leşkeran li gundê Zengê Ferman Cîngoz (16) û lil gundê Nenyasê jî Edîp Tanriverdî (22) ê ku ji leşkeriyê vedigeriya binçavkirin û gelek mal jî şewitandin. Li gorî gotinên dayîka Cîngoz Remziye Cîngoz kurê wê ji bo biçe mizgeftê ji mal derket û leşker ji bo çayê bibine bang kirin. Di her carê de leşkeran çay rişandin û Cîngoz darp kirin. Cîngoz carek din ji bo çayê leşkera bibe hate malê û ji dayîka xwe re got, "Dayê fermandar ê min bikûşe, ez birevim" û ber bi qada daristanê ve reviya. Lê hêj negihiştiye gundê Harnayatê ji aliyê leşkeran vehate binçavkirin û piştî îşkenceyê bi Edîp Tanirverdî yê li gundê Nenyasê hatî binçavkirin re qetil kirin.
Leşkerê şahidê veşarî hovîtiya Lîceyê vegot
Malbatên Cîngoz û Tanriverdî li ser îfadeyên şahidên wê demê serî li ÎHD'ê dan lê heya sala 2013'an di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Piştî salek mayî dosya demborî bibe leşkerekî şahidîniya qetilkirina Cîngoz û Tanriverdî kirî bûyer çawa pêk hat bi sifat şahidê veşarî îfade dan û her tişt vegotin. Leşker îfade dan Dozgerê Komarê yê Amedê yê lêpirsînên bûyerên kiryar nediyar dimeşan Osman Coşkun diyar kir ku di salên 1990'an de li herêmê di tabura şewitandina gunda bi peywir de cih digirt. Leşkerê bi hinceta ewlehiyê xwest navê wî veşarî bimîne got di sala 1994'an bi peywira demî hat navçeya Hezro ya Amedê û wiha axivî: "Peywira tabura me şewitandina gundanbû. Di dema em li wir mayîn nêzî 30 gundên Hezro, Lîce, Henê û Pasurê şewitandin. Dema em diketin gund fermandarên me kom kom cuda dikirin û bi şewitandina malan bi peywir dikir. Em diketin malê me digot derketin em dê bişewitînin"
Leşker: Rûyê Tanriverdî ji ber tirsê spî bibû
Leşker da zanîn ku di meha sibata 1994'an ji Tabura Piyade Mekanîzmaya Yekemîn a 66'emîn a Tuyaya Zirhli ya Baştabya bi dildarî hati Amedê û înfaza Cîngoz û Tanriverdî wiha vegot: "Şiklê Ferman Cîngoz şiklê welatiyê kurd bû. Taybetmendiyekî cuda tunebû. Lê Edîp Tanriverdî wisa nebû çavên wî weke yên Tataran bû. Rûyê sipî bû. Dibe ku ji ber tirsê jî bibe. Wêneyê nîşan dayîn teqez ew e. Dema em ketin gund zarokê pişt re min navê wî zanî Ferman e reviya û ket malekê."
Leşkerên li ciwanan da tiştên xwe jî bi wan dan hilgirtin
Leşker da zanîn ku leşkeran nêzî nivseatê bi awayekî dijwar li Tanriverdî û Cîngoz dan û pişt re her du kes bi xwe re birin û ber bi çiya ve çûn. Leşker bilêv kir ku Serdar Alî û serhengekî din ê ku îşkence li ciwanan kir tiştên xwe ji bi wan dan hilgirtin û tiştên leşkerên westiyan jî bi wan dan hilgirtin.
Fermandar ferman 'ya pêvîst bikin' da û serdar jî guleberdayê
Leşker destnîşan kir ku piştî demekê çûn Serdar Alî bi bêtêlê ji Fermandarê Taburê Îsmaîl Ercan pirsa "Em dê çi li van zarokan bikin? kir û Ercan jî got "Ya pêvîst bikin" ferman da û wiha pê de çû: "Min meraq kir ka dê çibikin. Ez ji tîma xwe veqetiyam û bi lez ber bi cihê zarok lê dimînin ve çûm. Ez 200 metre dûr tîma xwe çûm. Qada em lê dimeşiyan bi dar bû. Hêj hewa tarî nebibû. Lê seatekî nêzî êvarê bû. Serdar Alî ji zarokan yê anî bû alî û çek dirêjkiribûyê. Jê re digot, 'Hevalên te li kuderê ne biaxive heke ez dê te bikujim' Zarok jî digot, 'Ez PKK'înin im ez nizanim' bersiv da. Zarokê din jî 5 metre li aliyê din li ser çokan disekînî. Serdar Alî ji nişkave gule berda serê zarok û kuşt. Hemû kes matmayî mabû. Tu kes li bendênebû ku dê guleyê berbide. Em digot ji bo tirsê çek dirêjkiriyê.Piştî dengê çekê ji fermandarên tîmê Erhan bi bezê hatin û bi Serdar Alî re nîqaş kirin. Jê re gotin 'Çima te kuşt? Ya te kir suc e em dê te gîlî bikin' Serdar Alî jî bi dujînan bersiv dida. Di wê demê de Serheng Erhan ji leşkerên li cem wî re got 'min bi parêzin' 10 leşkerên li cem wî jî çekên xwe dirêj kirin û li cem wî rawestan. Di wê demê de ji Fermandarê Taburê Îsmaîl Ercan re got komekî leşkeran 'îsyan kirin pirsgirêk heye' Fermandar jî hin şîret jê re gotin û got, 'di nava xwe de hel bikin, hinek sakîn bin leşkeran sakîn bikin'"
Serpel got, 'bila di çorbeyê de xwêyê min jî hebe' gule berda serê Tanriverdî
Leşker got wî axaftinên bêtêlan bi nêz de bihîst û têkildarî qetilkirina Tanriverdî de wiha agahî dan: "Di wê demê de Serdar Alî ji ciwanê din re jî got 'tu jî her cem wî' û bire cem cenaze. Pişt re çeka xwe dirêjî wî kir ji wî re jî heman tişt got û ciwan jî heman bersiv da. Serdar Alî ji leşkeran re got 'çavên wî girêbidin' Ciwan jî bi destê xwe got 'girênedin' Pişt re jî Serdar Alî re dujîn dan. Serdar Alî jî gule berdan singê wî. Zarok ket erdê. Pişt re Fermandarê tîma duyemîn a boluka yekemîn Serpel Tarkan ê ku paşnavê wî nayê bîran min ji zarokê li erdê re got, 'bila di çorbeyê de xwêyên min jî hebe' gule li serê wî dan. Pişt re belek avêtin ser cenazeyan û em heya serê sibê li wir man. Piştî kuştina wan zarokan baranekî gelek bihêz bariya. Heya me got 'Xwedê belaya xwe dide me' Serê sibê em ji wir çûn."
Berê înfaz kirin pişt re girtekên finfinok amade kirin
Leşker diyar kir ku 4-5 meh piştî bûyerê lêpirsîn hate vekirin û wiha axivî: "Di nava fermandaran de gelek bibû pirsgirêk. Di navbera xwe de girtekek girtibûn. Di girtekê de her du ciwan piştî lêpirsînê serbest hatin berdan û piştî seatek şunda dengê çekan hatin û ber bi cihê dengê çekan hatin ve çûn lê tu kes nedîtin nivîsandibûn. Serpel Erhan ev girtek îmza nekiribû û ji bo îmza bike gelek zext kirin."
Îfadeyên leşkerê şahidê veşarî leşkerên din jî piştrast kirin
Leşker dema li cem Dozger Coşkun îfade dan bi telefonê li du leşkerên wê demê peywir kirin geriyan û tiştên hatin jiyîn ji leşkeran pirsîn. Leşkerekî bûyer bibîrxist û îfadeyên leşker piştrast kirin.
Dozger îtîraf nedîtin biryara bêşopandinê da
Ligel leşker înfaz îtîraf kirin Dozgerê Lîcê tu gavên şênber neavêtin û di 20'ê adara 2014'an de bi hinceta demborî derbarê Serdar Alî û leşkerên din de biryara bêşopandinê da.
Parêzeran îtîraz kir
Parêzerên ÎHD'ê li hemberî biryara dozgeriyê îtîraz kirin. Parêzern bi riya Serdozgerê Komarê yê Amedê re ji Serdozgerê Komarê yê Lîceyê daxwazname şandin.
(bd)