1 deqîqe xwendin

Leşkerên Îranê bi siûqestê zarokek kuşt

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

HEWLÊR - Leşkerê Îranê li navçeya Hacî Omeran ya girêdayî Hewlêrê şivanê 15 salî dan ber guleyan û kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniye herêmê hatine bidest xistin, pasdarên Iranê li navçeya Hacî Omeran a Hewlêrê bi guleyan şivanekî 15 salî kuştin. Hate zanîn navê şivên Ferman Salih Pîrdawî ye û ji gundê Şîwereşa ya bajaroka Hacî Omeran a navçeya Çomanê ya Hewlêrê ye. Dema şivan li nêzîkî yekîneyên leskerî ya Iranê pez diçerand ji aliyê pasdaran ve rastî êrîşê hat û hate kuştin. Dema welatiyan şivanê 15 salî ku bi giranî birîndar bû birin nexweşxaneya Hewlerê bi rê de jiyana xwe ji dest da.

ANF NEWS AGENCY