Li 13 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin

Dewleta Tirk li 13 gundên Amedê, derketina derve 'qedexe' kir. Tê payîn ku li van gundan operasyona leşkerî destpê bike

Nûçe Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED - ANF Walîtiya Tirk a li Amedê, li 13 gundên navçeyên Licê, Hênê û Karazê derketina derve 'qedexe' kir.

Li 8 gundên Licê, 3 gundên Hênê û 2 gundên Karazê derketina derve hat "qedexe"kirin. Tê gotin, wê li van gundan operasyona leşkerî destpê bike.