2 deqîqe xwendin

Li 4 navendên Swîsreyê çalakiyên ji bo Kobaniyê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wê li 4 navendên Swîsreyê gel dakevin kolanan û bêjin ku ji nû ve avakirina Kobanê ya rûmeta mirovahiyê rizgar kir, kar û wezîfeya her kesî ye

BERN - ANF Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de wê li 4 navendên Swîsreyê gel dakevin kolanan û bêjin ku ji nû ve avakirina Kobanê ya rûmeta mirovahiyê rizgar kir, kar û wezîfeya her kesî ye.

Bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, wê li bajarên Swîsre Zurîch, Basel, Bern û Cenevvreyê, bi hezaran mirovên ji gelên cuda dakevin kolanan û Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bikin. Çalakî wê ji aliyê rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyê û hêzên çep, partiya sosyalîst û komên anarşîst ên Swîsreyî ve werin lidarxistin. Di çalakiyan de wê berxwedana Kobanê were bibîrxistin û bê destnîşankirin, ku divê her kes xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.

Komîteyên ku çalakiyan organîze dikin, bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê li her kesî kirin.

Cih û dema çalakiyan bi vî rengî ye:

ZURÎCH: 31'ê Mijdarê, Saet 16:00, Helvetiaplatz (Meş)

BERN: 31'ê Mijdarê, saet 14:00, Grosse Halle Reitschule (Festîvala ji bo Kobanê)

BASEL: 1'ê Mijdarê, saet 15:00, Dreinrosenpark (Meş û Mîtîng)

CENEVRE: 1'ê Mijdarê, saet 15:00, Mont – Blanch (Meş)