Li Amedê di navbera 21 û 25'ê Îlonê de dê Foruma Civakî ya Mezopotamyayê (FCM) bê lidarxistin.
Gelek mêvanên ji Tirkiye û Cîhanê, ji bo beşdarî Foruma Civakî ya Mezopotamya yê (FCM) ya di navbera 21 û 25'ê Îlonê de li Amedê pêk bê dê bên Amedê. Di çarçoveya amadekariyan de afîşên "Dê azadî bi serkeve" bi kurdî, tirkî, erebî û îngîlîzî û peyva azadî jî bi 19 zimanan hate nivîsandin li kolan û kuçeyan li bîlbaordan û li otobusan hatin zeliqandin.
DÎHA
(bg/mç/mae)