5 deqîqe xwendin

Li Amedê di hefteyekî de 3 zarok ji ber SSPE'ê mirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

9 Gulan

HÛLYA OKALÎN

AMED(DÎHA)- Nexweşiya SSPE'îyê bi salan e li herêmê bûye belaya serê zarokên kurdan. Heta niha li herêmê bi sedan zarokên kurd ji ber nexweşiya SSPE'ê jiyana xwe jidest dan. Serokê Komeleya SSPE'ê Ercan Akto diyar kir ku dewlet li hemberî SSPE'yê bêdeng e.

Nexweşahiya Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE) ku wekî felca mejî tê zanîn xwe bigîne kijan mirovan, wan dikuje. Zarokên ku li herêmê ji ber derziyên xerabe û pîvana şaş ya sorikan bi nexwexşiya SSPE'ê ketin gelekan ji wan jiyana xwe ji dest dan û hêj gelek di ber xwe didin. Nexweşatiya SSPE'iyê di salên 1995 de bi gelemperî li dibistanan li heremên kurd piranî kurd têde dijin li ser zarokên kurdan hat meşandin û di encamê de bi hazaran zarokên kurdan ji ber êşa SSPE'ê jiyana xwe ji destdan. Bi piranî zarokên ku temenên wan di navbera 6-8 salî bi banbor dibin û bi salan falinçî jiyana xwe di nava nîvînan de derbaz dikin. Tê îdîa kirin ku di heremê de ji bo parastina nexweşahiya sorîkan di dibistanan de hatin derzîkirin û di demeke kin de zarokên ku hatin derkîkirin ketin nava pençeya SSPE'iyê. Di sala 2014'an de li Amedê di mehek de nezî 100 û di hefteya dawî de jî 3 zarokan jiyana xwe di dest da. Di hefteyadawî de Huseyin Eryilmaz yê 19., Çekdar Gunduz yê 20 salî û zarokekî navê wî nehat hinbûn ku temenê wî 16 sal ji ber SSPE'ê jiyana xwe ji dest dan. Serokê Komelaya SSPE'ê Ercan Okto diyar kir ku di heremê de hejmara zarokên ku di salên 1995'an da ji dayik bûne û hatine aşî kirin 127 û her wiha kesên ku di salên 2000'an de jî ji dayik bûne 190 nexweşên SSPE'ê hene û terkî mirinê hatine kirin. Okto, bal kişan li ser hejmara nexweşên SSPE'iyê ya di heremên wek Amedê de 303, Rihayê 300, Êlihê 60, Farqînê 17 û Bismilê 21 nexweşên SSPE'ê hene û her wiha dewlet li ser van kesan tu lêkolin û alikarî nekiriye û li ser çareseriyê neketiye nava hewldanekî.

Li ser navê parastinê zarokên kurdan tên kuştin

Akto, anî ziman ku neşweşatiya SSPE'ê, berê de ji hebû lê ne wisa bûn ev neşweşatiya SSPE'iyê di demeke kin de baş dibûn lê ev jî sedî 80 neşweşatiyeke giran e û bi mirinê bi dawî dibe û got: "Dewlete Tirk bi hişmendî di salanên 1995'an de li heremên ku kurd tê de dijin li ser zakokên kurdan polîkîkayeke tune bûnê dayemeşandin. Di hemû cihanê de nexweşahiya sorîkan heye û ji bo parastinê dermenên sorîkan bi desthistin û bi temenê biçuk li zarokan didin lê dema ku em li polîtîkayên dewleta Tirk dinêrin li ser navê parastinê dermanên xerabûy zarokên kurdan bi jarhkirinê dikuşin. Dibêjin ku nexweşatiya SSPE'iyê ne jî nexweşahiya sokîkan dertê holê lê kesên ku di salên 1995'an û şunda aşîyên li zarokan hatinê dayin bi ji sedî 80 ji ber aşiya sorîkan ya xerabe derket û bi hazaran kes jiyana xwe ji destda."

Okto, anî ziman ev 20-25 salin bi bi malabatan re li hember SSPE'ê têkoşina jiyanê didin û heya îro dewlet û tu kesêndin deng nedanê qirinên wan û terkî mirinê hatine kirin û wisa domand: "Ev 20-25 salin di berê de serkêşên dewleta Tirk ve zilmê kirin e lê bila hikumeta AKP'ê çav û gohên xwe negire û alikariya nexweşên SSPE'ê bikin. Ger ku hikumeta AKP'ê şîrîka ve suçê ye ku heyî îro li ser ve nexweşiyê lêkolin ne kiriyê pêşiya kurbanên nexweşiya SSPE'ê ne girtiyere û her wiha bi sadan waletiyên dewletê li ber çawan bi mirin û dewlet çareseriyê neke dewlet suçdar e. Dema di welatekî de di mahek de 100 zarok jiyana xwe ji dest bidin dibe ku dewlet bifîkîke bi lezginî rêya çareseriyê bigere."

'Bila hesaba vê bêbextiyê bidin me'

Di nava hazar zarokên ku di nava pençeya nexweşiya SSPE'ê yek ji wan ji Volkan Aslan e. Volkan Aslanê bûçûk di 12 saliya xwe de di demê dibistanê de aşiyê sorîkan lêdidin û di demeke kinde nexweşiya SSPE'ê digire. Aslan ev 5 salin ku di nava pençeya SSPE'ê têdikoşe. Dayika Volkan Aslan, Emîne Aslan li ser rewşa kurê xwe axivî. Aslan bi lêv kir ku dewlet li ser zarokên kurd bi komkujiyeke bêdeng daye meşandin û got:" Em dinêrin ku ev nexweşayî tenê di nava kurdan de heye li heremên tirkan de tu carî rastên nexweşiya SSPE'ê nayên ditin, ev zilm e li ser me tê kirin. Kurê min zarokeke pir bi akil û çeleng bû ji bazdanê lêstikan hez dikir lê ji ber vê êşê ev 5 salin dinav nîvînan de ye ne dikara wer herçaran bimeşe nejî bi axive, bila hasabê bidin me ku bi êşeke wiha zarokên me terkî mirinê dikin." Dayik Aslan daxuya kirin ku zarokên xwe bi zor û zahmetiyan mezin dikin û bi polîtikayên qirêj di ciwaniyên xwe de bi nexweşahiya SSPE'ê jiyana xwe jidest didin.

(ho/sç/mae)