Li Amedê tora înterneta bêpere li 7 cihan hat berfirehkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xizmeta înterneta bêpere li 7 cihan pêşkêş dike û tora Wi-Fi berfireh dike.

Jiyan Derya Welat Derya Welat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya "Plana Çalakiya Bajarên Zîrek" de xizmeta înterneta bêpere (Wi-Fi) li seranserê bajêr berfireh kir û hejmara xalên xizmetê gihand 7 cihan. Ev xebat ji bo hêsankirina gihîştina şêniyan a xizmetên dîjîtal di 5'ê Kewçêra 2026'an de hat ragihandin.

Li gor Tigrisê weşandiye, xizmeta ku li park, qad, deverên dîrokî û otogarê tê pêşkêşkirin, gihîştina înternetê ji bo welatiyan hêsan dike. Berê ev tor li sê cihan dihat dayîn, lê bi xebatên dawî qadên nû lê hatin zêdekirin.

Li gor Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihandiye, Serokatiya Daîreya Agahîdariyê di gava yekem de li Qada Deriyê Çiyê, Warê Hezretî Silêman û Otogara Navbajaran a bajêr tor saz kiribû. Bi gavên nû re li navçeya Peyasê Parka Daristanî ya Bajêr û Parka Temayê, li navçeya Sûrê Mizgefta Mezin û li navçeya Bajarê Nû jî Sumerpark li vê torê hatin zêdekirin.

Ev xizmet li navendên civakî jî berdewam e; li nav Sumerparkê di Pirtûkxaneya Bajêr a Mehmed Uzun de ji bo xwendekaran derfeta înterneta bêpere û qada xebatê tê dabînkirin.

Welatî û mêvanên ku bixwazin ji vê xizmetê sûd wergirin, li ser amûrên xwe xeta fermî ya şaredariyê ya Wi-Fi hildibijêrin û piştî pejirandina nasnameyê ya li ser ekrana vebûyî, dest bi bikaranîna înternetê dikin.

Wêne: Rojnameya Tigris / Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê