1 deqîqe xwendin

Li Avcilar 2 bombeyên deng teqiyan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li navçeya Avcilar a Stenbolê şevê din li 2 taxan 2 bombeyên deng di navbera saetekê de teqiyan. Tegîn bû sedema tirsê.

Li navçeya Avcilarê ya Stenbolê 2 bombeyên deng teqiyan. Li Kolana Aşik Veysel a taxa Ambarlar a Avcilarê yekemîn bombeya deng teqiya. Bombeya ji aliyê kes û kesên nasnameya wan nediyar ve hate bicihkirin saet di 20.00'an de teqiya. Piştî teqînê polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Di heman demê de li taxeke din ê navçeyê bombeyeke din a deng teqiya. Bombeya deng a li kolana Şen a taxa Denîzkoklerê saet di derdorên 21.00'an de teqiya. DÎHA (ft/mae)