NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî pêvajoyeke dijwar a propagandayê ku bi taybetî HDP rastî gelek êrîşan hat, hilbijartin îro destpê kir. Di hilbijartinan de 53 milyon, 765 hezar û 231 kes dê 550 parlamenteran hilbijêrin. 20 partî tevlî hilbijartinê dibin, lê wekî dema propagandayê, niha jî partiya di rojevê de dîsa HDP ye.
Dengdayîn serê sibehê saet di 08.00’an de destpê kir û dê saet di 17.00’an de bidawî bibin. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê 53 milyon, 765 hezar û 231 kes wê li 85 navendên hilbijartinê dengên xwe bikar bînin.
Di hilbijartinan de 20 patî û 165 namzetên serbixwe dikevin pêşbirkê. Ji bo dengdayînê welatî di saetên serê sibehê de çûn navendên ku dê dengên xwe bikar bînin û ketin rêzê.
Serokên partiyan jî dê li cihên ku lê bûne namzet dengê xwe bikar bînin. Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Wanê, Selahattîn Demîrtaş jî li Stenbolê dengên xwe bikar anîn.
Ji ber hilbijartinan hêzên dewletê tedbîr girtine, lê partiyên siyasî jî û bi taybetî HDP’ê li hemberî lîstikên hilbijartinan endamên xwe peywîrdar kirine.
Piştî ku dengdayîn di saet 17.00’an de bidawî bû, dê sindoq bêne girtin û dest bi hejmartinê bê kirin. Encamên hilbijartinan li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan wê piştî saet 21.00’an bêne dayîn.
(aq)
ANHA