1 deqîqe xwendin

Li Bazîdê esnafan ji bo Agiriyê dikan venekirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

10:38 05.04.2014

AGIRÎ (DÎHA) - Esnaf û welatiyên navçeya Bazîdê ji bo piştgiriyê bidin gelê Agiriyê û dorpêça polîsan a li ser gelê Agiriyê şermezar bikin neçûn serkar û dikanên xwe venekirin.

Li Agiriyê piştî BDP di hilbijartinê de bi ser ket, li ser îtîraza AKP'ê 14 caran deng hatin jimartin û cara 15'emîn deng tên jimartin. Li aliyê din gelek polîs û tîmên taybet ji bajar û navçeyên derdorê çûn Agiriyê û ketin û derketina Agiriyê kirin bin kontrolê. Li ser vê rewşê esnaf û welatiyên navçeya Bazîdê ji bo piştgiriyê bidin gelê Agiriyê û dorpêça polîsan a li ser gelê Agiriyê şermezar bikin neçûn serkar û dikanên xwe venekirin. Li navçeya Bazîdê her der girtî ye û bêdengi serdest e.