1 deqîqe xwendin

Li Bedlîsê 35 cerdevanan çek berdan

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

35 cerdevanên gundê Şêxcûbayê dest ji çekan berdan

Li Bedlisê piştî endamên HPG'ê bi boneya hesap ji kuştina 15 endamên jin yên HGP'ê bipirsin 5 cerdevan û keyayê gundê Şêxcuma binçavkirin, 35 cerdevanên gundê Şêxcûbayê dest ji çekan berdan.

Li herêma Hemkokê yê Gundê Şêxcumayê yê Bedlîsê 2 roj berê endamên HGP'ê bi boneya hesabpirsîna kuştina 15 endamên jin HPG'ê bipirsin, 5 cerdevan û keyayê gund revandin. Piştî revandina 6 cerdevan hatin revandin ji 40 cerdevanên gundê Şêxcumayê 35 cerdevanan dest ji çekan berdan. Cerdevanan çek danin qereqola Şêxcumayê û diyar kirin ku dewlet li wan xwedî dernakeve û wan dişînin ser kuştinê. Hate zanîn ku 5 cerdevanên din jî dê çekan berdin.

(mae)