“Du cure rojnamegerî hene, yek hatiniya wê pir e û berdêla wê qet tune, ya din hatiniya wê kêm e lê berdêla wê giran e”
Rojnamevana kurd, nivîskara malpera me amîdakurd.net´ê Birgul Ozbaris Arda îroj li bajarê Motala´ya Swêdê, li Dibistana Bilind (Högskolan) a Bona´yê, derbarê rojnamegeriyê de semînerek da xwendekarên beşa rojnamegeriyê.
Li gel xwendekarên beşa rojnamegeriyê, çend mamosteyên beşa rojnamegeriyê, mamosteyên beşên din û rektorê dibistana bilind jî, di semînerê de amade bûn û ji xendekaran bêtir pirs pirsîn.
Hêjayî gotinê ye ku, bi taybet xwendekarên beşa rojnamegeriyê bi baldariyeke mezin semînerê şopandin û pirsên balkêş kirin.
Bîrgul Ozbariş Arda, li gel etîk û pîvanên rojnamegeriyê, bi wêne û mînakên balkêş, li ser rojnamegeriya bi sîstemê re têkildar û rojnamegeriya serbixwe û azad û encamên wan jî rawestiya. Yek ji beşa ku herî zêde balê kişand û pirs li ser hatin kirin jî ev bû.
Her wiha derbarê pirsgirêka kurd, rewşa heyî ya li Kurdistanê û helwestên dewletên dagirker de jî agahî dan.
Semînera ku nêzî du saetan bi eleqedariyeka mezin ajot, bi van gotinên Bîrgul Ozbaris Arda bi dawî bû. “Du cure rojnamegerî hene, yek hatiniya wê pir e û berdêla wê qet tune, ya din hatiniya wê kêm e lê berdêla wê giran e û caran jî ev berdêl jîyana rojnamevan bi xwe ye. Ya yekê rojnamegeriya sîstemê ye, pênûs di xizmeta berjewendiyên wan de ye, ya duduyan jî rojnamegeriya resen a bi etîk û pîvan, rojnamegeriya serbixwe û azad e ku di xizmeta rastiyan de ye.”