1 deqîqe xwendin

Li Cizîrê polîsan zaroka 6 mehî qetil kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS

Li navçeya Cizîrê rewşa awaret di roja 13'an de berdewam dike û dewlet ji bo berxwedanê bişkêne zarokan qetil dike. Polîsan taxa Surê gulebaran kirin û zaroka 6 mehî qetil kirin. Malbata zaroka bi alên sipî dibirin ambulansê jî hat gulebarankirin. Dapîr û bapîrê zaroka hat qetilkirin Saliye Încî û Ramazan Încî birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîs ji bo berxwedana gel bişkênin êrîşên xwe dijwar dikin. Polîsan duh êvarî malên taxa Surê gulebaran dikirin û di encama gulebaranê de zaroka bi navê Meral Înce ya 6 mehî jiyana xwe ji dest da. Dapîr û bapîrên zaroka bi navê Meral Înce Saliye Înce û Ramazan Înce cenazeyê neviya xwe dema dibirin li ambulasnê siwar bikin rastî gulebarana polîsan hatin. Dapîr ji pişta xwe û bapîr jî ji piyê xwe birîndar bûn.

Cenazeyê zaroka hatî qetilkirin û kesên birîndar jî bi alîkariya welatiyan û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.