2 deqîqe xwendin

Li derdora peykera berxwedanê ya Kobanê kelehek sembolîk tê lêkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li ser pêşniyara YPJ’ê li Kobanê li derdora peykera Berxwedanê dîwareke sembolîk ya bi şeklê kelehê tê lêkirin. Wê çar rêz dîwar were lêkirin û her rêzek jî wê nîşana beşeke Kurdistanê be

KOBANÊ/ROJNEWS 

 Bi boneya 2. salvegera azadkirina bajarê berxwedanê Kobanê, ji aliyê şaredariya Kobanê ve projeyek hate ragihandin. 

 Li derdora peykera berxwedanê ya li qada gel dîwareke sembolîk a ji çar rêzan pêktê û nîşaneya çar beşên Kurdistanêye, tê lêkirin. 

 Hunermend Zîrek Mîre ku xwediyê hizrê peykerê azadiyê ye û heykeltiraşê peykera Berxwedana Kobanê ye, di derbarê projeya ku şaredariya Kobanê ji bo lêkirina dîwarek li derdora peykera Berxwedanê de ji ajansa me re axivî û got: “ Di salvegera serkeftina Kobanê de rêveberiya xweser a Kobanê ji bo parastin û sembola Kobanê dest bi projeyek nû kiriye. 

 Mîre her wiha destnîşan dike ku projeyeke bedewe û bi şêwazê kelhekiye. Çawa ku Kobanê bû keleha berxwedan û parastinê, îro jî bi heman awayî li derdora peykerê kareke xweş lêtêkirin. 

 Berpirsê desteya avakirina Kobanê Çoman Kenanî di derbarê lêkirina dîwarê berxwedanê de axivî û got: “Dîwar weke sembolek e. Çar aliyên dîwar bihevveye û ji çar rêzan pêk tê. Her rêzek temsîla parçeyeke Kurdistanê dike. Gelek fikrên cûda û pêşniyarên cûda di vê derbarê de hebûn. Lê, herî dawî şervanên YPJ’ê biryarê dan ku dîwarekî bi şeklê kelehê û temsîla çar parçeyên Kurdistanê bike, were lêkirin. Peykera 

 Berxwedanê ya sembolîk ya Kobanê, berhemekî binav û deng yê hunermend û peykertiraş yê Zîrek Mîre ye ku wekî diyariya bajarê Silêmaniyê di 15’ê Adara sala derbas bûyî de pêşkêşî Kobanê kiribû. (mk)