Hate ragihandin ku sala borî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) herî zêde Tirkiye hatiye mehkûmkirin û Tirkiye di rêze yekemîn de cih girt.
Serokê DMME'yê Jean Paul Costa, li ser sala 2010'an cîvînek çapemeniyê lidar xist û daneyên girîng derketin holê. Li gorî daxuyaniyê, di 2010'an de der barê Tirkiyeyê de ji 278 dozan Tirkiye herî kêm bendeke Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye. Piştî Tirkiyeyê bi 217 dozan Rusya, 143 doz Romanya, 109 doz Ukrayna û bi 107 dozan Polonya pêk tê.
Tirkiye di warê binpêkirinan de 3 qatan ji dewletên YE'yê zêde ye
Costa, daxuyand ku di 2010'an de serlêdanên ji DMME'yê re hatine kirin sedî 7 zêdebûn heye û da zanîn ku êdî reformên di nava DMME'yê de ferz e.
DÎHA
(ay/mae)