1 deqîqe xwendin

Li dora Kobaniyê amadehiyek heye

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gor agahiyên ji herêmê tên, li gelek gundên aliyê Bakur ên nêzî Kobaniyê, leşker bi siwareyan digerin û bi megafonan gazî dikin ku gundî gundê xwe vala bikin.

Çapemeniya tirk jî ragihand ku li gundê Murşitpinar (tr) û gundên li dorê mal tên valakirin, lê çapemeniya tirk ev hey bi amadehiyên şerê navbera leşkerên Esad û Artêşa Azad a Sûrî ve girêda û wekî amadehiyên ewlehiyê bi nav kir.

Li aliyê din, televizyona Ronahî nîşan da ku li ser sînor amadehiyeke berfireh heye.