1 deqîqe xwendin

Li Dîlokê êrîşa bi bombeyî

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Dîlokê li dijî navenda polîsan êrîşa bi bombeyî

20:16 20.08.2012 1 / 3 DÎLOK (DÎHA) - Li dijî navenda polîsan a Navçeya Karşiyaka ya Dîlokê êrîşa bi bombeyî pêk hat. Di teqînê de 2 otobus û 2 maşîne şewitîn û pêtên agir ber bi ezman ve bilind bûn. Ji ber pêtên zêde kes nikare nêzî agir bibe û şewat didome. Gelek kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Li nêzî navenda polîsan a Karşiyaka ya Dîlokê ku kolana herî qelebalixe saetek berê teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 otobus û 2 maşine tev şewitîn. Ji ber pêtên agir pir bilind dibin kes newêre nêzî agir bibe û şewat didome. Hate zanîn ku gelek kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyên derdorê. Şewat didome...

(mae)