1 deqîqe xwendin

Li Elkê herî kêm leşkerek mir

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Di pevçûna li çiyayê Kato ya di navber gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de herî kêm leşkerek mir, yek jê giran 2 leşker jî birîndar bûn

Şirnex - Hate ragihandin ku, li navçeya Elkê ya Şirnexê di pevçûna li çiyayê Kato ya di navber gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk de herî kêm leşkerek mir, yek jê giran 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya çavkaniyên tirk, di navbera leşkerên artêşa Tirk yên dijî çiyayê Katoyê operasyon dane destpêkirin û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnê rû daye. Hate ragihandin ku, di pevçûnê de leşkerek yê Tûgaya Komando û Çiya yê Bolûyê mir, 2 jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku, yek ji leşkerê birîndar rewşa wî pir girane.

Çavkaniyên herêmî jî dan diyarkirin ku, di pevçûnan de herî kêm 6 leşker hatine kuştin.

ANF NEWS AGENCY