4 deqîqe xwendin

Li eniya Başûr a Kobanê sînorê berê hat derbaskirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Kobanê - Omer Çelîk / Ferhat Arslan Hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke destanî nîşan dan, operasyonên xwe yê yên paqijkirina derdora Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewam dikin. Şervanên ku bi azadkirina gelek gund û gundikan re berê xwe dan bajarokê Sirrînê, derbên giran li çeteyan dixin.

Li dû azadkirina navenda Kobanê, operasyonên paqijkirina derdora kantonê dewam dikin. Hêzên YPG/YPJ ên ji sê baskan ve derketin operasyonê, li eniya rojhilat herî dawî gundê Bexdikê azad kirin û 10 km xwe nêzî Girê Spî (Til Ebyad) kirin. Li eniya rojava jî bajarokê Şiyoxê ji çeteyan hat paqijkirin û şervanên YPG/YPJ'ê xwe gihandin Çemê Firatê.

Şervanên ku li her du eniyan derbên giran li çeteyan dixin, li eniya başûr jî nahêlin çete xwe bilivînin û bi pêş ve diçin. Ev pêşketin, sînorê berê yê dema ragihandina kantonê jî derbas kir.

LI GELEK NUQTEYAN DAWÎ LI HEBÛNA ÇETEYAN HAT ANÎN

Li eniya başûr, xeta ji Girê Sevê, Gundê Aşme, gundê Kuneftar û Gundê Toraman ên di ragihandina Kantonê de weke sînor hatin îlankirin hatin azadkirin. Di çarçoveya operasyonên li dijî çeteyan de, ji vî sînorê berê wêdetir hêzên YPG/YPJ'ê hin gund û qadên stratejîk jî ji çeteyan paqij kirin. Di nava van herêmên ji çeteyan hatin paqijkirin de gundên Caxdê yên Jêrîn û Jorîn ku piraniya şêniyên wê Ereb in, Gundê Qereqozax û mezrayên wê, du pirên li ser rêya Helebê, Gundê Birhîso, gundê Xeruz, gundê Aşme yê Tirba Suleyman Şah berê lê bû, Gundê Nasîro, Gundê Geydede, Gundê Sîno û Gundê Çelebî ku hînê çete lê ne, cih digirin. Febrîqeya Çîmento ya ku li vê herêma stratejîk e, bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî ji başûr heta rojava seranserê Çemê Firatê ji çeteyan hat paqijkirin.

HÊZÊN YPG/YPJ'Ê HER BI PÊŞ VE DIÇIN

Hêzên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyan her bi pêş ve diçin, ji bo bajarokê Sirrînê yê ku çete ji xwe re weke navendeke girîng bikar tîne paqij bikin, pêngavên xwe dewam dikin.

TAKTÎKÊN ŞER ÊN ÇETEYAN GUHERÎN

Çeteyên ku ji ber derbên giran li eniya başûr ketin nava şikestineke mezin, tê gotin ku ji ber vê têkçûnê taktîkên xwe yên şer guhertine. Çeteyên ku di dema hewldanên dagirkirina Kobanê û piştî wê de serî li gelek rêbazên tearûzê didan, ji ber darbeyên xwarin, neçar man rêbaza şer biguherînin û bi gelek koman hewl dide bi êrîşa xwe berdana nav, encamê bi dest bixin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji aliyê leşkerî ve neçar mane roj bi roj gavekê bi paş ve biavêjin, hewl didin neteweperestên Ereb ên li herêmên ew lê ne, sor bikin.

Ji fermandarên YPG'ê yên eniya başûr Hakki Serhed destnîşan kir ku tevî berdêlên giran jî ew pêngavên xwe yên paqijkirinê dewam dikin û di çarçoveya van pêngavan de hêzên wan ên li Başûr û Rojava li seranserê Çemê Firatê gihaştine hev.

ÊRÎŞA XWEKUJÎ YA ÇETEYÊN TESLÎM BÛN

Fermandarê YPG'ê Serhed der heqê taktîka nû ya çeteyên DAIŞ'ê serî lê didin de agahî da û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji ber ku dizanin ew çeteyên zevt dikin nakujin, bi zanebûn teslîm dibin û piştre li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê yên nêzî wan dibin êrîşa xwekujî pêk tînin. Fermandar Serhed ragihand ku çete vê rêbaza êrîşê gelekî bikar tîne û destnîşan kir ku ji bilî êrîşên xwekujî ti alternatîfeke leşkerî ya çeteyan nemaye.

Serhed da zanîn ku ji ber pêngavên wan ên paqijkirin, çete êdî ji siya xwe jî ditirsin û destnîşan kir ku emrekî kurt ê DAIŞ'ê maye.