6 deqîqe xwendin

Li Enqereyê aştî li Wanê qereqol û cerdevanî

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Enqereyê niqaşên aştiyê, li Wanê xebatên qereqol û cerdevaniyê hene

WAN (DÎHA) - Li aliyekî piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da destpêkirin, KCK, PKK'ê guh da banga Ocalan û agirbest îlan kir, li aliyê din hikûmeta AKP'ê dixwaze li herêmê pergala cerdevaniyê pêş dixe. Ev hewldana hikûmetê ya pêxsitina cerdeviyê bû sedema bertekan. Dîsa li navçeya Şaxê 3 qereqolên nû tên avakirin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê Newroza dîrokî ya li Amedê de banga dîrokî kir û diyar kir ku ew pêvajoya siyaset û çareseriya demokratîk dest pê dikin û xwest êdî pêvajoya çekan bi dawî bibe. Li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 3 milyon kesan piştgirî da, PKK'ê û KCK'ê di 23'ê Adarê de diyar kirin ku ew raste rast banga Ocalan esas digirin û demildest agirbest îlan kirin. Lê li aliyê din li herêmê dîsa ji aliyê dewlet û hikûmetê ve hem qereqolên nû tên avakirin û hem jî pergala cerdevaniyê tê pêşxistin. Di vê pêvajoya ku çapemeniya tirk tenê paşvekişandina derveyê sînor a PKK'ê dixe rojevê behsa qereqol û pergala cerdevaniyê nake. Hat zanîn ku hikûmetê gelek qadroyên cerdevaniyê li navçeyên Wanê bela vir û li navçeya Şaxê ya Wanê 3 qereqolên nû ava dike. Di vê pêvajoya ku li Enqereyê niqaşên çareseriyê tên kirin û bi Îmraliyê re hevdîtin kirin de li herêmê jî amadekariyên şer tên meşandin. Li Dersim, Colemêrg, Wan û Şirnexê amadekariyên qereqolên nû tên kirin. Dîsa li Amed, Wan, Colemêrg û Sêrtê pergala cerdevanên nû tê pêşxistin. Ev yek dibe sedema fikar û nerazîbanan.

Li Şaxê 3 qereqolên nû

Hat zanîn ku pergala cerdevaniyê li Wanê ji aliyê keya û rêveberên AKP'î ve tên sorkirin. Li gundê Heşatê û Tingê yê navçeya Şaxê hat zanîn ku amadekariyên avakirina qereqolan tên kirin. Li ketina navçeya Şaxê ji bo 2 qereqol û tabûrekê de şantiye hat avakirin. Ji bo cerdevaniyê jî 320 kesan serlêdan kirin. Yek jê jin serlêdana 70 kesan hatin qebulkirin. Hat diyarkirin ku ji bo banga cerdevaniyê li Baxçeyê Qonaxa Hikûmetê afîş li billboardan hatine daliqandin.

Muxtarên AKP'ê dixwazin welatî bibin cerdevan

Li navçeya Westana Wanê jî ji bo cerdevaniyê kesên ku serî li daredarên dewletê dabûn çek hilgirtin. Li gundê Pişvanik 10, Anzak 6, Balaban jî 20 kesan çek hilgirtin. Hat zanîn ku 46 kesên ku çek hilgirtin dest bi perwerdehiya leşkerî kirin. Li Navçeya Elbakê jî kadroya cerdevaniyê li welatiyan tê belavkirin. Li navçeyê 15, li gundê Berekelik 30, Akinisê 10, Hetisê 13 kesên din çek hilgirtin. Li navçeya Payizava jî li 10 gund û navendê 180 kesan çek hilgirtin. Li Payizavayê di 2'ê tîrmeha 2012'an de endamên HPG'ê Serokê AKP'ê yê Payizavayê Hayrullah Taniş û Şaredarê Payizava Fuat Yaşar binçav kiribûn û piştî 532 roj şûnde serbest berdabûn. Hat diyarkirin ku Taniş û Yaşar welatiyan sor dikin û dixwazin welatî bibin cerdevan.

Aştiyek çawa tê xwestin

Welatiyên herêmê ji ber vê helwesta hikûmeta AKP'ê û dewletê bi fikar in. Esnaf û welatiyên Şaxê fikarên xwe anîn ziman. Esnafê navçeya Şaxê Alî Buge (53), diyar kirin ku li aliyeki bi hin geşedanan heviyê didin wan, li aliyê din bi avakirina qereqolên nû û pêşxistina perggala cerdevaniyê heviyêw wan dişikînin. Buge, anî ziman ku bi zanebûn li herêma Şaxê pergala cerdevaniyê pêş dixin û ev yek wan dixin nava fikaran û wiha got: "Niha li herêmê 3 qereqolên nû tên avakirin. Ger ku qereqol tên avakirin û pergala cerdevaniyê tê pêşxistin wê demê çawa behsa aştiyê tê kirin.

'Pergala cerdevaniyê xizmetê ji aştiyê re nake'

Esnafê navçeya Şaxê Nurettin Kibçak jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Em dixazin di zûtirîn demê de pergala cerdevaniyê bi dawî bile. Lê em dibînin di vê pêvajoya çareseriyê de dixwazin pergala cerdevaniyê pêş bixin. Ev hewldana ji nûve pêşxistina cerdevaniyê ne helwestek samîmî ye. Baweriya me ya li hemberî aştiyê dişkê."

'Divê ji cerdevanan re çareseriyek bê dîtin'

Welatiyê bi navê Tahsin Balka jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de 3 qereqolên ku li sînor tên avakirin wan dixin nava fikaran û wiha got: "Navçeya Şaxê cihekî biçûk e. Ger ku hin welatî bibin cerdevan dê rageşî û pirsgirêkên mezin rû bidin. Ji ber vê yekê divê gelê navçeyê neyên hemberî hev. Ev pêkanîn polîtîkayên hikûmetê ye. Divê kes neyê lîstikê û ev pêkanîn bi dawî bibe. Dixwazin rê li pêş hemû nirxên gel ên çandî, aborî û civakî bigirin. Li şûna çekan didin van kesan bila wan di saziyên din bi cih bikin û bikin xwedî kar. Ev polîtika xizmetê ji aştî û çareseriyê re nake. Em bang li mirovên aqilmend dikin û dixwazin li hemberî vê yekê hestyar tev bigerin.

'Di pêvajoya ku PKK'ê agirbest îlan kir qereqol tên avakirin'

Welatiyê navçeya Şaxê Cengiz Babur jî bal kişand ser nakokiyên hikûmetê û da zanîn ku li aliyekî pêvajoya aştiyê tê niqaşkirin û li aliyê din jî pergala cerdevaniyê tê pêşxistin û qereqol tên avakirin. Babur, da zanîn ku PKK'ê guh da banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û agirbest îlan kir, lê li aliyê din li şûna gav bên avêtin qereqolên nû tên avakirin û pergala cerdevaniyê tê pêxsitin û wiha got: "Ev geşedan baweriya me ya aştiyê û heviyên me dişkînin. Em daxwazin bûyerên berê dubare bibe. Em dixwazin her tişt durist û samîmî be. Em hikûmetê û dewletê ji ber van helwestên wan samîmî nabînin.

Welatiyê bi navê Celalettin Bartu jî bertekên xwe yên li hemberî hikûmetê anîn ziman û wiha got: "Bi avakirina qereqolan û pêşxistina cerdevaniyê bawerî û heviyên aştî û çareseriyê tên şikandin. Ev ne samîmîya hikûmetê nîşan dide. Li cihê ku BDP xwedî hêz e kadroyên cerdevaniyê dan welatiyan. Dewlet dîsa çekê dide welatiyan.

Şaredarê Payizava Fuat Yaşar, jî xwe parast û diyar kir ku îdîayên der barêwî de ne rast in.

(mae)