1 deqîqe xwendin

Li Erxeniyê 4 Leşker Birîndar in

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED - Li gor agahiyan Hêzên Parastina Gel di navbera Erxenî û Elezîzê de girtin ser qereqoleke leşkerên tirk. Êrîş bi serê sibehê re pêk hat û di encamê de 4 leşker birîndar bûn. Li gor hin çavkaniyan di êrîşê de leşkerek hatiye kuştin û tenê 15 deqîqeyan pevçûn derketiye.

Hate ragihandin ku êrîş bi roket û çekên giran pêk hatiye û di serê êrîşê de 4 leşker birîndar bûne

Hate ragihandin ku leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Erxeniyê tên dermankirin.