1 deqîqe xwendin

Li Geverê amadekariyên mîhrîcanê

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li Geverê amadekariyên mîhrîcanê dest pê kirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê amadekariyên Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Cîloyê ya ji aliyê Şaredariya Geverê ve tê lidarxistin dest pê kirin.

3'yemîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Cîloyê ya ji aliyê Şaredariya Geverê ve tê lidarxistin dê îsal bi slogana "Huner Legerina Heqiqetê ye" pêk bê û amadekariyên mîhrîcanê dest pê kirin. Ji bo mîhrîcana dê di 8 û 9'ê îlonê de pêk bê qada gundê Dirbêsan ê bajaroja Bajêrgehê hate hilbijartin. Mîhrîcan dê bi meşa ji Parqa Avaşîn heta Parqa Musa Anter dest pê bike. Şaredarê Geverê Ercan Bora xebatên li qada mîhrîcan pêk tên kontrol kirin û hemû gelê Geverê dewetî mîhrîcanê kir.

Bora, diyar kir ku di çarçoveya mîhrîcanê de panel, konser û gelek aktîvîteyên din dê pêk bên û wiha got: "Gelê Geverê par bi tevlîbûneke bi hêz mîhrîcan li dar xistibû. Welatiyên dehwetên wan rastî dîroka mîhrîcanê tên bila bên qada mîhrîcanê dehweta xwe bikin û em dê li wir mehra wan bikin."

(bd)