TIL EBYED 01.02.2014 08:42:41
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Girê Spî (Til Ebyed) li dijî navendên komên çete yên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyên YPG'ê de 12 çete hatin kuştin û maşîneyek wan hate ruxandin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin duh di saetên êvarê de hêzên YPG'ê li gundê Yarqiwê ya li rojavayê Girê Spî çalakî li dijî komên çete yên DAIŞ'ê pêk anî. Hate gotin ku di encama çalakiyê de 9 çete hatin kuştin. Li aliyê din hêzên YPG'ê li ser riya di navber gundên Sûsik û Yarqiwê tirmpêlek çeteyan hedef girt û li vir jî 3 çete hatin kuştin û maşîneyek hate ruxandin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku çalakiyên YPG'ê piştî ku komên çete yên DAIŞ'ê ji van deveran gundên herêmê bi hawana topbaran kirin çalakî pêk hatiye.