Li bajarê Helebê yê Suriyeyê pevçûn didomin û hate hînbûn ku artêşa Sûriyeyê li dijî bajar di nava amadekariyeke tevgera mezin de ye. Çavkaniyên leşkerî diyar dikin ku ji 20 hezarî zêdetir leşker li dora bajar hatine bicihkirin û destnîşan kirin ku muxalîf li dijî êrîşan xwe amade dikin. Artêşa Suriyeyê li Helebê herêmên ku hêzên muxalîf lê dimînin ji hewa ve bombebaran dike û li hin taxan jî pevçûnên dijwar diqewimin. Bombebarana hewayî didome û artêşa Suriyeyê bi pêngav bi pêngav li dora bajar hêzên xwe bi cih kirin. Hêzên rejîmê li herêmên başûr û rojhilat hatine bicihkirin û hewl didin hêzên muxalîf ji vir derbixin. Muxalîfên ku hêza wan li van herêmanan heye hewl didin qadên paratinê bigirin. Fermandarekî Artêşa Suriyeya Azad Abdul Cabar Oqaîda ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku li herêma Selahaddîn pevçûn dest pêkirine û 20’ê tîrmehê heta niha bûne şahidê bombebaraneke dijwar. Nûnerekî hikûmetê jî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Suriyeyê re axivî û got ku li Helebê amadekeriyeke heye û got muxarebeya esas dest pê nekiriye. Lia liyê din rayedarên hikûmetê da zanîn ku hêzên muxalîf ji taxa Tadamon a Şamê hatine derxistin û got ku bajar hemû di bin destê hikûmetê de ye. Artêşa Suriyeya Azad jî da zanî kul i taxê taktîka paşvçûnê pêk anîne û got ji vir şûnde dê taktîka lê bide- bireve dê pêk bînin. Di vê navberê de duh nêzî 50 heciyên Îranê li Şamê ji aliyê hêzên muxalîf ve hatin revandin û niha tu agahî ji wan tune. Rayedarên hikûmetê diyarkirin ku dê bûyerê zelal bikin.
Hemû Nûçe
Ayhan Erkmen li Kartalê bi vegotina çîrokên Kurdî derket pêşberî hezkiriyên xwe
Çîrokbêj û lêkolîner Ayhan Erkmen li Kartala Stenbolê bi performansa xwe ya vego...
Bakirhan: Yekîtiya partî û saziyên siyasî yên Kurdan divê wek Pira Dehderî be
Bakirhan di civîna Amedê de diyar got, yekîtiya Kurdan divê wekî Pira Dehderî xu...
Mosqowê ragihand, ew ji bo danûstandinên sêalî yên ligel Ûkrayna û DYE'yê amade ne
Mosqowê da zanîn, ew amade ne piştî 4'ê Sermawezê ligel Ûkrayna û DYE'yê dest bi...
Daxwiyaniyên Besnik Hasi û Şampiyoniya Nehir Aytulun
Amedspor berî maça Samsunsporê bi daxwiyaniyên Besnik Hasi derket pêş; Nehir Ayt...