11:22 28.02.2014
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gorî daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi hat diyar kirin li Kurdistanê 1300 şîrketên Tirkî kar dikin.
Balyozê Tirkiyeyê Faruk Kaymakçi diyar kir ku li gorî hevpeyvîneka Iraq û Tirkiyeyê li Kurdistanê 1300 şîrketên Tirkî kar dikin. Kaymakçî ani ziman ku şîrketên Tirkî ji Kurdistanê dest bi kar kirin û belavî hemû Iraqê dibin û got: "Li vir ezmuneke baş û tecrubeyeke baş werdigrin û li hemû Iraqê belav dibin.Ger ku Hewlêr, Silêmanî û Dihok pêş dikeve, ez bawerim dê herêmên din jî wekî vir pêş bikevin. Li Kurdistanê 1300 û li Iraqê jî 300 şîrket bi giştî 1600 şîrketên Tirkî li Iraqê kar dikin."
(mae)