3 deqîqe xwendin

Li Hewlêrê teqîna li Pirsûsê hat şermezar kirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

GORAN PÊNCWÎNÎ / HEWLÊR/ROJNEWS

Li bajarê Hewlêrê çalakiyek ji bo şermezar kirina teqîna li Pirsûsê hat lidarxistin. Di çalakiyê de çalakvan, partî û aliyên siyasî, rewşenbîr û bi welatî beşdar bûn. Hevseroka Tevgera Azadî di çalakiyê de ragihand ku Erdogan û hevalên wî bi ava zemzemê jî nayên paqij kirin.

Duh saet 18.30’an li Parka Şaneder a li Hewlêrê çalakiyek ji bo şermezar kirina teqîna li bajarokê Pirsûs a bakûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ve hatibû organize kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘AKP=DAIŞ û Na ji bo terorê’ hat bilind kirin.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Pirsûsê û tevayî şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir axivî û wiha got: “Em bejna xwe li ber şehîdên teqîna Pirsûsê ditewînin. Ligel vê yekê siyaseta dewleta Tirk a bi alîkariya DAIŞ û siyaseta wan a faşîst şermezar dikîn.”

Şîlan Şakir destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ’ê dike û wiha axivî: “Tirkiye tevî her tiştê rasterast alîkariya hêzek terorîst a weke DAIŞ’ê dike. Ji bo serkeftina şoreşa gelê me ya li rojavayê Kurdistanê û bi taybet destkeftiyên li Bakûr, Rojava û Başûr hatine bidestxistin; dixwaze bi piştgirîkirina DAIŞ’ê wan destkeftiyan ji nav bibe. Lewra dibêjim, Erdogan û hevalên wî bi ava zemzemê jî nikarin paqij bibin.”

Hevseroka Tevgera Azadî rexne li siyaseta Herêma Kurdistanê ya li beramberî Tirkiyê girt û ragihand: “Mixabin helwesta partî û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê li beramberî dewleta Tirkiyê pir lewaze. Raste parlamentoya Herêma Kurdistanê kantonên Rojava bi fermî nas kir, lê heta niha çi piştgiriyek ji bo Rojava û Bakûrê Kurdistanê hatiye kirin. Parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê li beramberî kîjan êrişa dewleta Tirk helwestek tund nîşan daye.”

Di çalakiyê de li ser navê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) Mamosta Fewziye axivî û teqîn bi tundî şermezar kir.

Soma Elî jî li ser navê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê gotarek peşkeş kir û wiha got: “Em bi tundî wê teqînê şermezar dikin. Gelê kurd bi kiryar û hewldanên wiha paşde gav navêje. Divê Tirkiye aramiyê li herêmên kurd lê dijîn peyda bike.”

Li ser navê DBP’ê Şîlan Emînoglu axivî û ragihand: “Ev êriş li dijî serkeftina gelê kurd a li Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilate. Erdogan jî bi piştgiriya DAIŞ’ê dike. Lewra em dibêjin, DAIŞ Erdogan e û Erdogan jî DAIŞ’e. Ev ne tiştekî veşartiye, belkî vekirî û li pêş çavê cîhanê alîkariya DAIŞ’ê dikin.”

Çalakiya ji bo şermezar kirina teqîna Pirsûsê ya li Hewlêrê, bi dirûşmeyên ‘DAIŞ Erdogan’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Roja 20’ê Tîrmehê li navçeya Pirsûs a Rihayê din ava ciwanan de teqînek rûda û 32 ciwan şehîd bûn.

(rn)