KERKÛK / ROJNEWS
Şeva borî çeteyên DAIŞ’ê ji çar aliyan ve êrişî gundên başûrê Kerkûkê kirin. Piştî êrişa çetayan, gerîla û pêşmergeyan bersiv dan. Di encamê de zêdetirî 12 çete hatin kuştin û 5 pêşmerge jî şehîd bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê şeva borî saet 00.30’an ji gundê Humêreya Biçûk, Hûmereya Mezin, Morey Biçûk û Meryem Beg ên dikevin başûrê Kerkûkê dest bi êrişê kirin. Gêrîla û pêşmergeyên li herêmê bersiva êrişên çeteyan dan û li ser vê yekê şer û pevçûnan destpê kir. Çeteyên ku ketin gundê More, heta îro jî şer berdewam dike.
Nûçegihanê RojNewsê ji cihê bûyerê ragihand ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê gêrîla, pêşmerge û hêzên antî-terorê ve hat şikandin. Herwiha balafirên hevpeymanan baregehên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Li gor nûçegihanê RojNewsê şer û pevçûn hê jî li herêmê didomin.
Piştî şer û pevçûnan herêm ket bin kontrola gêrîla û pêşmergeyan. Li gor agahdariyên nûçegihanê RojNewsê, di şer û pevçûnan de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, lê dibe ku hêjmara mirî û birîndarên wan zêdetir bin.
Li gor zanyariyên RojNewsê di şer û pevçûnan de 5 pêşmerge şehîd bûne û pêşmergeyek jî dîl ketiye destê DAIŞ’ê.
(rn)