1 deqîqe xwendin

Li Kerkûkê 60 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ELEND KERKÛKÎ / KERKÛK / ROJNEWS 


Şeva borî çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên kurdî yên li gundên başûrê Kerkûkê kir. 

Piştî şer û pevçûnên dijwar, êrişa çeteyan hat şikandin. Di encamê de zêdetirî 60 çete hatin kuştin. 


 Pêşmergeyek ji hêzên pêşmergeyan ê lîwaya 1 a bejayî li nêzî gundê Mure ku nexwest navê wî were belav kirin, ji RojNewsê re wiha got: “Şeva borî dema ji nişkan ve çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Mure kirin, pêşmergeyan gund berdan. 

Ji bo pêşmerge ti zerer û ziyanekê nebînin. Lê îro danê sibehê bi piştgiriya balafirên hevpeymanan, dûbare çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û gundê Mure ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgar kirin.” Li aliyê din asayîşa Kerkûkê bilançoya şer û pevçûnên li gundê Mure yê dikeve başûrê Kerkûkê eşkere kir. Li gor wê bîlançoyê zêdetirî 60 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. 

Li gor daxuyaniya asayîşê 2 pêşmerge şehîd bûne û 9 pêşmerge jî birîndar bûne. 


 (şf/rn)