ANF - KERKÛK 07.01.2014 10:44:20
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê vê sibehê li nêzî navenda polîsan teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 7 mirin, herî kêm 52 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li nêzî navendeke polîsan a li bajarê Kerkûkê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Hat ragihandin ku bi bûyerê de 7 jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 52 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyekî ewlehiyê ragihand ku birîndar rakirine nexweşxaneyan.
Berpirsyariya teqînê heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.
Hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin.