KAROX REWANDÛZÎ/KOBANÊ
Operasyonên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê li rojhilat û başûrê Kobanê dest pê kir. Heta niha bi dehan çete hatine kuştin û birîndar kirin. Operasyon hê jî didome.
Şeva borî di navbera rojhilat û başûrê Kobanê de operasyona paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê YPG û YPJ’ê ve hat dest pê kirin. Li gor agahdariyên RojNewsê, heta niha bi dehan çete di operasyonan de hatine kuştin û birîndar kirine. Herwiha gelek cebilxane û çek ketine destê şervanên YPG û YPJ’ê.
Operasyona YPG û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewame. Tê çaverêkirin ku di nava çend saetên bê de YPG derbarê van operasyonan de agahdariyên zêdetir belav bike.