2 deqîqe xwendin

Li Mexmûrê starta Newrozê bi meşa meşalehat dayîn

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) starta Newroza 2015’an bi meşa meşaleyî hat dayîn û li dora agirê Newrozê bi sedan kesan govend girêdan

MEXMÛR/ROJNEWS Gelê wargeha Mexmûrê îsal ji hemû salan zûtir Newroza xwe pîroz dike. Starta Newroza 2015’an a wargeha Şehîd Rûstem Cûdî duh şev bi meşa meşale ya ciwanan û govenda li dora agir destpê kir.

Duh demjimêr 19:00’an de li wargeha Mexmûrê li saziya Tevgera Ciwanên Mexmûr û li dibistanan bi boneya Newrozê meşa meşaleyî destpê kir. Meşa ciwanan ji navenda saziya ciwanan destpê kir. Di meşê de pankartên ‘Bijî Serok Apo, ‘Bijî Agirê Newrozê’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin bilindkirin. Herwisa posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şehîdên pêşengên tekoşîna azadiyê, alên KCK, PKK, KJK, PYD, TEV-DEM, HPG, YJA-Star, HPG û YPJ’ê hatin bilind kirin.

Piştî meşa ciwanan û xwendevanan li sahaya kevin a fûtbolê gihiştin hev, agirek mezin û geş hat pêxistin û li dora agirê Newrozê govend hat gerandin. Herwiha bi sedan fişekên hewayî jî hatin teqandin û şahiya xêrhatina Newroza 2015’an li Mexmûrê bi dirûşmeyan bidawî bû.

Li serê girên bilind yên wargeha Mexmûrê cih cih agirê Newrozê hate pêxistin.

Li Mexmûrê pîrozbahiya giştî ya Newrozê wê îro bi organizasiyonek mezin, bi beşdarbûna gelek hûnermend û mêvanên surprîz ve bê kirin.

(wd/zh)