Di şerê duh bi şev ê li Minbicê de 32 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN
Di şerê duh bi şev ê li Minbicê de 32 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li taxa El Hezawnê û nêzî xaçerêya El Şerîa, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de duh bi şev saet di 23:00 de şerekî dijwar qewimî.
Li taxa El Hezawnê 17 û li nêzî xaçerêya El Şerîa jî 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Her wiha esayîtek çeteyan jî hat rûxandin.
Balafirên koalîsyona navneteweyî bombe li cihên çete lê bûn, barandin.
Şerê li vê herêmê hê dewam dike.