1 deqîqe xwendin

Li Nexweşxaneya Lêkolînê amadekarî didomin

AA
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Qada 10'an a bloqa C a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê ji bo dermankirina girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger hate valakirin.

Piştî girtiyên PKK û PAJK'î çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî kirin ji bo dermankirina girtiyan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê amadekarî berdewam dikin. Li nexweşxaneyê berê li qata 10'an a bloka A. 13 odeyên ji 2 doşekan pêk tê hatibûn amadekirin. Li heman nexweşxaneyê li qada 10'an a bloka C jî ji bo dermankirina girtiyan hate valakirin. Nexweşên li vê blokê birin beşeke din.

(bd)