1 deqîqe xwendin

Li Nisêbînê teqînên dijwar

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

MÊRDÎN (DÎHA) - Êrîşên dewletê yên li hemberî taxên Nisêbînê bênavber berdewam dikin. Tîmên ku nikarin têkevin taxan ji çar aliyan hawirdorê taxan bombebaran dikin.

Êrîşên bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê di roja 11'an de berdewam dike. Tîmên ku nikarin têkevin taxan bê navber bi çekên giran taxan bombebaran dikin. Wesayitên zirxî ji Qada Newrozê bênavber taxa Firat û Abdulkadîrpaşayê topbaran dikin. Danê sibehê li Taxa Firatê teqînêk mezin pêk hat û piştî teqînê ambulans bi lez çûn têketina taxê û bi lez berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li ser êrîşên dewletê hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşan û nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan.

(kom/red)