Li Qoserê û Okmeydani ya Stenbolê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê konên nobetê vekirin
Li Qoserê ya Mêrdînê û Okmeydani ya Stenbolê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ya bêdem û bedorveger ku ji aliyê girtiyên PKK'î û PAJK'î ve hatine destpêkirin konên nobetê vekirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên PKK'î û PAJK'ê ve di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk dest pê kir, ket roja 47'an. Li aliyekî tevbênûba çalakiya greva birçîbunê didome, li aliyê din piştgiriya çalakiyê jî belav dibe û zêde dibe. Rêxistina BDP'ê ya Beyoglu û Şîşlî ji bo piştgiriya çalakiyê li Parka Sibel Yalçin a Okmeydaniya Stenbolê konê nobetê veda û ji bo 3 rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir. Li gel endamên Înîsiyatifa Dayiken Aştiyê jî 15 kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên ku piştgiriyê dide grevê û daxwazên girtiyan tîne ziman hatin vekirin. Dîsa pankarta "Di roja 47'an de em ne mirinê çareseriyê dixwazin. Komê bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî biratiya gelan" berz kirin. Hevserokê BDP'a Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, diyar kir ku tu hêz nikare li ber daxwazên gelê kurd bibe asteng.
Di çalakiyê de stran hatin gotin û çalakî didome.
Çalakiya li Yalovayê didome
Li aliyê din çalakiya ku Rêxistina BDP'ê di 24'ê Cotmehê de dest pê kiribû didome. Di çalakiya greva birçîbûnê ya Yalovayê de koma Kardeş Turkuler stran gotin û piştgirî dan çalakiyê.
Li navçeya Qoserê 3 konên nobetêhatin vedan
Li navçeya Qoserê jî bi heman armancê 3 konên nobetê li 3 taxên cuda hatin vedan. Li taxa Ataturk, Tepebaşi û Cumhuriyetê konên nobetê hatin vedan û çalakiyên gireva birçîbûnê hatin destpêkirin. Li her konekî 6 kes ketin grevê û piştgiriya xwe anîn ziman. Li konên nobetê dowîz û pankartên "Şehidên tirêja rojê rûmeta me ne", "Em têkoşîna Mazlum, Kemal Pir û hevalên wî slav dikin." Dîsa posterên pêşengên PKK'iyan Ferhat Kurtay, Mahmut Zengin, Necmi Oner û Eşref Anyik hatin vekirin.
Hevserokê BDP'ê ya Qoserê Zeyyat Agaoglu, li taxa Cumhuriyetê kon ziyaret kir û diyar kir ku ew dê heta dawî çalakiyên xwe berdewam bikin. Piştî axaftinê komê sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana", "Bê serok jiyan nabe" berz kirin û "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Sakine Kuday jî îro dest bi çalakiyê dike û xwest êdî Serokwezîr Erdogan deng û daxwazên wan bibhîze û daxwazên wan bibersivîne.
(mae)