2 deqîqe xwendin

Li Rewandûz 15’ê Sibatê bi meşekê hat şermezarkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ROJNEWS - ZAHİR ÎBRAHÎM

REWANDÛZ – Îro li bajarokê Rewandûz komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meşekê hat şermezarkirin. Bi sedan welatî beşdarî meşê bûn.

Meş li deriyê daketina Rewandûz destpê kir û heta navenda bajêr dom kir. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘Bakûr, Başûr, Rojhilat yek amanc û yek xebat’ û dovîzên ‘Em komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin’ hatibûn bilind kirin. Di xwepêşandanê de daxwaz ji civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo azadkirina Ocalan bikevin nava hewldanan.

Di xwepêşandanê de daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Azadî Perwîn Hesen ve hat xwendin. Hesen diyar kir ku berî 16 salan birêz Ocalan di encama komployeke navnetewî de ji welatê Kengya hat revandin û radestî Tirkiyê hat kirin. Perwîn Hesen wiha got: “Xwestin di kesayetiya birêz Ocalan de gelê kurd bişkênin. Lê gelê kurd vê carê ev şikestin qebûl nekir, li tevayî cîhanê keç û xortên şoreşger ên kurd dest bi xwepêşandanan kirin. Ji bo parastina Ocalan xwe kirin bazinek ji agir.”

Di xwepêşandana ku bi însiyatifa Tevgera Azadî, Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê û Partiya Şûî ya Kurdistanê hatibû amadekirin, gelek gotarên piştgiriya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî hatin pêşkêş kirin.