Piştî ku operasyonên Îranê yên li dijî PJAK'ê hate destpêkirin û îdiayên weke Serokê KCK'ê Murat Karayilan hate girtin ku piştre derew derketin Sefîrê Îranê Bahman Huseyînpur bi Cîgirê Serokwezîr Bekîr Bozdag re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtina di navbera Bekîr Bozdag û Bahman Huseyînpur nêzî saeteke berdewam kir. Di hevdîtinê de operasyonên Îranê yên li dijî Qendîlê û mijara Sûriyeyê tê nîqaşkirin. Hate zanîn ku di hevdîtinê de ambargoyên Amerîkayê ya li dijî Îranê û di têkoşîna li dijî PKK'î de li hevkirin tê nîqaşkirin.
DÎHA
(sa)