MEHMET DURSUN
WAN (DÎHA) - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Akdag di Girtîgeha Payîzavayê de tê girtin ji bo tehliyeyê daxwazname da dozgeriyê. Dozgerî li şûna tehliyeyê "Zagona poşmaniyê" li ser wî ferz dike. Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku dozgerî li gorî serê xwe tevdigere û wiha got: "Dozgerê Payîzavayê li dijî hiqûqê tevdigere. Hevalê me tehliye nake."
Mehmet Emîn Akdag ê ku ji sedî 80 felc e di sala 2012'an de bi hinceta "Alîkarî daye rêxistinê" hat girtin. Ji ber ku cezayê girtiyê nexweş Akdag kêm maye ji Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê sewqî Girtîgeha Payîzavayê hat kirin. Akdag ji bo ji 3'yemîn paketa darazê sûdê wergire di sala 2013'an de serî li dozgeriyê û hê jî ji vê zagonê sûd wernegirtiye. Cezayê Akdag 3 meh maye û ji bo ku tehliye bibe serî li Dozgeriya Payîzavayê da. Dozgerî li şûna biryara erênî bide "Zagona poşmaniyê" li ser Akdag ferz dike.
Ji sedî 80 felc e
Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zext û zordariyê li ser girtiyên siyasî dimeşînin. Aygun da zanîn ku dozger ji helwesta hikûmetê cesaretê digirin û bi awayekî kêfî nêzîkî girtiyan dibin. Aygun bilêv kir ku dozgerên girtîgehê li gorî serê xwe tevdigerin û wiha axivî: "Dozgerên girtîgehê polîtîkayên çewisandinê li ser girtiyan dimeşîne. Mînaka li ber çavan rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Akdag e. Dozger bi awayekî kêfî nêzîkî hevalê me Akdag dibe. Akdag ligel ku ji sedî 80 felc e jî nayê tehliyekirin. Li ser vê yekê zagona poşmaniyê li ser wî ferz dike." Aygun bang dozger kir ku dest ji vê bêhiqûqiyê berde û xwest demildest Akdag bê tehliyekirin.
(wk)