1 deqîqe xwendin

Li Silopiyayê çalakiya sabotajê: 8 polîsên tîmên taybet mirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li dijî tîmên taybet ên Tirk ên li Silopiyayê, ku rêya li pêşberî benda kontrolê ya polîsan a 52. kontrol dikirin, danê vê sibehê saet di 08:00 de çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê 8 tîmên taybet mirin

ŞIRNEX - ANF Gerîlayan li dijî polîsên tîmên taybet ên rêya li pêşberî benda kontrolê ya 52. a taxa Başakê ya navçeya Silopiyayê kontrol dikirin, danê sibehê saet di 08:00 de çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Li gorî agahiyên destpêkê, 8 polîsên tîmên taybet hatin kuştin.