2 deqîqe xwendin

Li Silêmaniyê derketina derve hat qedexekirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Silêmanî, 17 Sibat (AKnews) – Jêderekî ji parêzgeha Silêmaniyê ragihand, bo asayîkirina rewşa ewlehî ya bajêr piştî xwepêşandana îro, ji demijmêr 7:00 heta 19:00 derketina derve  hat qedexekirin.

Xopeshandani Slemani 17/2Berpirsê Ragihandinê yê parêzgeha Silêmaniyê Tuwana Elî Kemal, ji AKnewsê re got, Parêzgarê Silêmaniyê Behrûz Mihemed Salih, ku di heman demê de berpirsê yekem ê ewlehiya parêzgehê ye, biryar da, hatin-çûyîn ji 7:00 heta 19:00 bê qedexekirin.

Kemal, diyar kir, mebest ji vê biryarê, asayîkirina ewşa aloz ya ku îro di xwepêşandanê de rû da, ye.

Li bajarê Silêmaniyê, îro xwepêşandanek ji aliyê Tora Parastina Maf û Azadiyên Gel ve hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de, ku bi mebesta piştgiriya şoreşa Misr û Tûnisê hatibû lidarxistin, ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hat xwestin, reforman pêk bîne û li dijî gendeliyê derkeve.

Piştre, dema xwepêşandêran, bi keviran êriş birin ser avahiya Liqê 4 ê PDKê, pasewanan teqe li wan kirin û di encamê de, kesek hat kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.

(AKnews)