2 deqîqe xwendin

Li Swîsreyê jin di 1. Festîvala Sakîne Cansiz de tên cem hev

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

SERKAN DEMÎREL - BASEL 18.06.2014 07:27:53 Ji bo bîranîna yek ji sembolên têkoşîna azadiya jinê ya Kurd Sakîne Cansiz, bi şiyara "Bi jina Sarabûyî re ber bi neteweya demokratîk" li Swîsreyê 1. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz tê lidarxistin.

Li festîvalên ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê li Ewropayê tên lidarxistin, yeka din zêde bû. Li ser navê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK'ê Sakîne Cansiz ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê di encama êrîşekê de bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re jiyana xwe ji dest da, Tevgera Jinê ya Swîsre 1. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz organîze dike, kev festîval wê her sal bi awayekî kevneşop bê lidarxistin.

Festîval wê di 22'ê Hezîranê roja Yekşemê li bajarê Swîsre Baselê saet di 10:00 de li Kaserne Klybeckstrasse destpê bike. Der barê festîvalê de xebatkara Tevgera Jinê ya Swîsre Şukran Sîncar agahî da û diyar kir ku festîval nîşaneya rêxistinbûyîna jinan a li Swîsre ye.

Sîncar ragihand ku lidarxistina vê festîvalê bi navê Sakîne Cansiz ku bi jiyana xwe di nava civaka Kurd de efsaneya berxwedanê bû, gelekî watedar e.

Sîncar diyar kir ku bi saya têkoşîna azadiyê û rêbertiya wê, di serî de li Kurdistanê jinên Kurd li Ewropayê jî rêxistinbûyîneke mezin afirandine û destnîşan kir ku hêz û rengê jinê wê cîhanê bedewtir bike.

Sîncar herî dawî banga beşdariya festîvalê kir û got, "Em dibêjin, werin em bi hev re bi jinên Sarabûyî re ber bi neteweya demokratîk bimeşin."