WAN (DÎHA) - Li sînorê Îranê yê nêz navçeya Ebexê ya Wanê koma penaberên dixwazin bikevin Tirkiyeyê 6 zarok û jinek cemidîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li sînorê Îran û Tirkiyeyê yê navçeya Ebexê ya Wanê ji koma penaberên dixwazin bikevin Tirkiyeyê jê 6 zarok û jinek cemidîn û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan şevê din komekî penaberan xwestin li ser sînorê Ebexê bikevin Tirkiyeyê. Koma penaberan li herêma Hengedîk a Ebexê ya li ser sînorê Îranê dixwazin bikevin Tirkiyeyê û leşkerên li ser sînor digeriyan koma penaberan ferq kir. Piştî leşker cih cihê bûyerê tabloya nebaş dîtin. Li cihê bûyerê 6 zarokên temenê wan 3-7 salî û jine cemidîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze û penaberên li ber cemidînê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Li vir 5 kesên rewşa wan girtin sewqî Wanê hatin kirin û cenaze jî li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê tên sekinandin.
(bd)