1 deqîqe xwendin

Li Sûriyeyê zêdeyî 70 kesî hatin kuştin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gelek herêmên Sûriyeyê çalakî û xwepêşandanên li dijî rejîma Beşar Esat didomin. Di çalakiyan de zêdeyî 70 kes hatin kuştin.

Duh piştî nimêşa înê li dijî rejîma Beşar Esat li Hama, Humus û Teslima xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê gule barand ser girseyê. Çekên rastîn, bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin bikar anîn. Di mudaxaleya polîsan a bi çek de herî kêm 70 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes jî birîndar bûn.

DÎHA (mae)