1 deqîqe xwendin

Li Til Hemîsê 3 gundên din hatin rizgarkirin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

QAMIŞLO - Hêzên YPG’ê operasyona xwe li gundên derdora bajaroka Til Hemîsê li dijî çeteyê DAIŞ’ê didomînin. Herî dawî şervanên YPG’ê 3 gundên din ji çeteyan paqij kirin.

Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê li herêma Til Hemîsê operasyona paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Di çarçoveya operasyonê de şervanên YPG’ê şevê din li dijî çeteyan rêzeçalakî li dar xistine. Di encamê de gundên Sidêdiya Kurdan, Sidêdiya Ereban û Meşheda yên girêdayî Til Hemîsê ji çeteyan hatine paijkirin.

(ekîp/jh)

ANHA