SEYÎT EVRAN - EFRÎN 18.02.2014 07:00:01
Endamên çete yên li Rojava hatin girtin, li xwe mukur hatin ku li Tirkiyeyê kampên wan hene. Endamên çete yên ji aliyê Asayîşa Efrînê ve hatin girtin diyar kirin ku ewê biçûna kampên xwe yên li Reyhanliyê û li wir perwerde bidîtina.
Der heqê alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan re heta roja îro gelek agahî û belge derketin holê. Bi mukurhatinên endamên çeteyan ên di demên dawî de hatin girtin re, derket holê ku li Tirkiyeyê kampên wan ên perwerdeyê hene.
RASTIYÊN BI ÊRÎŞA XEZEVÎ RE DERKETIN HOLÊ
Endamên çete yên di rojên bihurî de li nuqteya kontrolê ya gundê Xezevî ya nahiya Şêrava ya Eefrînê, dema xwestin çalakiya xwekujî pêk bînin neçar man xwe tine bikin, gelek rastî derxistin holê. Asayîşa Efrînê ya ku piştî vê êrîşê, ji bo pêşî li êrîşên gengaz bigire tedbîrên ewlekariyê xurt kir, di lêpirsîna kesên bi gumanbariya çeteyê hatine girtin de xwe gihand agahiya hebûna kampên çeteyan li Reyhanliyê.
MEKAW3I YÊ FÎLÎSTÎNÎ DÊ JI BO PERWERDEYÊ BIÇÛYA REYHANLIYÊ
Yek ji kesên ji aliyê Asayîşa Efrînê ve hat girtin û lêpirsîna wî hat kirin Şêx Mûhammed Mekawî yê Fîlîstînî ye. Malbata Mekawî di dema îlana dewleta Îsraîlê de koç kiriye û li Sûriyeyê bicih bûye. Li kampa Handarat a Helebê jiyaye. Mekawî diyar kir ku piştî li Sûriyeyê bi navê şoreşê serhildanê destpê kir li derdora Helebê gelek komele derketine holê û yek ji van jî komeleya Şam Şerîf e ku navenda wê li Reyhanli ye. Mekawî da xuyakirin ku piştî bû endamê vê komleeya li Saxûr a Helebê bi bandor e, ji aliyê kesê bi navê Ebû Zeynep ê xebatên rêxistinbûna vê komeleyê ve dimeşîne hatiye birêxistinkirin û ji bo perwerdeyê bibîne hatiye xwestin ku wî bişînin Reyhanliyê. Mekawî di vê mijarê de ev mukurhatin kir: " Ebû Zeynep anî ziman ku navenda komeleya wan a bi navê Şam Şerîf li Reyhanliyê ye. Û diyar kir ku tevî vê, ji bo meşandina Doza Îslamê saziyeke wan a bi navê Navenda Lêkolînên Îslamî heye û eger ew bixwaze, ewê ji bo perwerdeyê karibin wî bişîne. Min qebûl kir û ji bo biçim kampa perwerdeyê ya bi navê Navenda Lêkolînên Îslamî ya li Reyhanliyê ji Helebê ketim ser rê û ji aliyê Asayîşê ve hatim girtin."
Rayedarên Asayîşê dan zanîn ku di lêpirsînê de Mekawî gelek agahiyên cuda dane, lê ji ber nepenîtiya lêpirsînê ewê niha van agahiyan bi raya giştî re parve nekin. Asayîşê diyar kir ku Mekawî agahî û nav dane ku nîşan didin ev navendên di bin navê perwerdeya olî û komeleyên alîkariyê hatine vekirin de, kampên leşkerî ne.
MISRÎ, SIÛDÎ Û URDUNÎ DI KAMPÊ DE PERWERDEYÊ DIBÎNIN
Kesekî din ê bi Mekawî re ji bo biçe kampa perwerdeya leşkerî ya li Reyhanliyê ji aliyê Asayîşa Efrînê ve hat girtin, Meleyê du mizgeftên li ser rêya Saxûr û Babê Abdullah Genco yê 19 salî ye, ku li nahiya Dêrcêmêl a Helebê ji dayik bû. Genco jî ragihand ku ew ji aliyê Ebû Zeynep ve hatiye rêxistinkirin û piştî ku jê re hatiye gotin dê perwerde mehekê dewam bike, wî biryar daye biçe perwerdeyê.
Genco da xuyakirin ku beriya niha ew neçûye kampê, lê belê meleyên mizgefa Xelît Bîn Welîd a li Helebê ku ew jî lê mele bû jê re gotine ku Misrî, Urdunî û Siûdiyî li wê kampê perwerde dîtine û wiha peyivî: "Kes nîne ku nizane li Reyhanliyê kampên me yên bi vî rengî nîne. Li derveyî Reyhanliyê jî hin kampên me hene. Li kampên me ji bo xurtkirina baweriya Îslamê, ji bo afirandina mirovên dilsozên doza Îslamê, perwerde tê dayîn. Ji ber ku berê neçûme, nizanim ka perwerdeya leşkerî tê dayîn yan na. Lê belê gelek ji mirovên ez wan nas dikim dibêjin wan li perwerde dîtine û piştî perwerdeyê çek û cebilxane hilgirtine û hatine."
Rayedarên Asayîş dan xuyakirin ku Mekawî û Genco di îfadeyên xwe de ragihandin ku ji ber rêya Heleb Îdlîbê girtî ye wan xwestine di ser Efrîn Atmê re derbas bibin. Asayîşê destnîşan kir ku ji ber di destê wan de hin îxbar hene ku li Efrîn û derdora wê çalakiyên xwekuj bên kirin, wan dest bi girtinan kirine.