MEXMÛR ROJNEWS
Li wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) mîhrîcana 4’ê Nîsanê bi vekirina pêşengehê ya ku ji aliyê xwendevan û mamosteyên dibistanên Mexmûr ve hatibûn amadekirin ve despê kir.
Mîhrîcan duh saet 8:30’an de li sahaya futbolê ya wargehê bi tevlîbuna xwendevan, mamosta û gelê wargehê destpêkir. Xwendevanan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, alên KCK û PKK’ê ya ku bi zêdetirî deh metre dirêj di sahayê de gerandin û rastî coş û xuruşa gel hat.
Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Mamoste Cemîl Kara ve hat kirin. Cemîl di axaftinên xwe de 4’ê Nîsanê li hemû gelê Kurd û yên cîhanê pîroz kir. Piştî axaftinan xwendevan û gelên wargehê derbazê cihê pêşengehê bûn.
Pêşengeh ji aliyê bavê rojnamevan Şehîd Denîz Firat Naruf Yildiztan, Mamoste Mele Elî, endamê meclîsa gel a demokratîk Hekî Botan, dayîka Ş. Zehra Goyî yadê Zehra û xwendevan Hêvî Buldan ve hat vekirin.
Di pêşengehê de gelek wêne, maketên dest, nivîs û helbestên ku ji aliyê xwendevanên wargehê ve hatibûn çêkirin, cîh digirtin. Dîsa hunerên dest yên ji aliyê dayîkên wargehê ve hatibûn amadekirin jî di pêşengehê de cih digirt. Wê peşengeh heya sibe berdewam bike.
(rn)