ERDOGAN ALAYUMAT
ANTALYA (DÎHA) - Zextên polîsan ên li serxwendekarên Zanîngeha Akdenîzê her diçe zêde dibin û derket holê ku polîsan ji dehan xwendekaran re pêşniyara sîxurtiyê kir. Xwendekarê bi navê Y.B. diyar kir ku kesê xwe weke polîs da nasîn bi telefonê li wî geriya û pêşniyara sîxûrtiyê jê re kir. Y.B. hevdîtina 5 deqeyan bi polîs re kir 3,5 deq qeyd kirin û anî ziman ku li zanîngehê ji dehan xwendekaran re bi heman rêbazê pêşniyara sîxûrtiyê kirin.
Derket holê ku polîsan ji xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê dixwînin re pêşniyara sîxûrtiyê kirin. Xwendekarê bi navê Y.B. diyar kir ku kesî ji Midûriyeta Polîsan li wî geriya û pêşniyara sîxûrtiyê kir. Y.B., anî ziman ku polîsan ji wî re pêşniyara, "çalakî û bernameyên li dibistanê pêktên ragihandin li hemberî wan dê rewşa wî ya madî baş bikin û ji bo ji dersan derbas bikin dê alîkariyan bikin" kirin. Y.B., da zanîn ku li zanîngehê zextên sîxûrtiyê gelek caran pêk tên û di 3'yê nîsanê de polîs li wî geriyan û hevdîtina kirîn qeyd kir. Y.B., bilêv kir ku polîsan ji wî re got heke hevdîtinê bi kesên din re parve bike dê ji bo wî nebaş be û qeyda deng bi DÎHA'yê re parve kir.
Ji dehan xwendekaran re pêşniyara sîxûrtiyê
Y.B. destnîşan kir ku kesê li wî geriya got ji dehan xwendekarên zanîngehê re ev pêşniyar kiriye û ji wî re wiha gotiye; "Ez ji bo dewletê dixebitim û hewil didim li zanîngehê ewlehiyê pêk bînim. Em bi we re agahiyan bidin û bigirin û ji aktîvîteyan bila agahiya me jî çêbibe. Heke em wisa kar bi hev re bikin dê hem ji bo te hem jî bo me baş be." Y.B., diyar kir ku kesê li wî geriya got divê agahiya tu kesî bi vê yêkê nebe û heke ji wan re sîxûrtiyê bike dê di mijarên aborî û dersan de hemû hewcehiyên wî bibînin. Y.B., anî ziman ku ji heman numreyê gelek caran li wî geriyan lê ji ber ku di dersê de bû bersiv neda û herî dawî kesê xwe weke polîs daye nasîn 5 deqeyan bi wî re hevdîtin kir û ji vê hevdîtinê 3,5 deqe qeyd kir.
Y.B. da zanîn ku kesê lî wî geriya jê re got, "Em dizanin tu bi rêxistînî yî û em dizanin tu di nava rêxistinê de yî. Em ji te re pêşniyara hevkariyêdikin." û wiha got: "Erê em rêxistînî ne.Li welat û li dibistanê ji bo mafên xwe yên demokratîk em têkoşînê dikin. Polîs şoreşgeriya me ji bîr dike."
3.5 deqe qeyd
Y.B. 3.5 deqe hevdîtina bi kesê got ew polîs e re kîrî û qeyd kir wisa ye:
Polis: Tu hez bike pê re eleqeder be an nebe, kesên li hember te dîmenên te bigire û heke got, 'Ev mirov ji wan e' heske pê re eleder be heke nebe, dema hevalekî wî di rê de diçe yêkî milê xwe lê da, yanî ev şer hemû ji vê yêkê derdikevin, armanca me ji bo vê dewletê xebitîn e. Ez bi her awayî mehaneya xwe digirim. Tu tişt bi min nayê. Em dixwazin li zanîngehê ewlehiyê pêk bînin. Em naxwazin zirar bê hevalên weke te. Bila hinekî din rêk û pêk bibe.Dema hûn jî çalakiyên xwe dikin hêj rihet bin.
Y.B: Pêşniyara we ji min re çiye?
Polîs: Pêşniyara me ji te re agahî danûsadin e. Yanî dema çalakiyan hûn dikin, tu dê bêjî em li vir çalakiyê dikin, anî dema hevalek tê dê bêjî navê wî ev e, ji bîlî vê yêkê tiştê em ji te dixwazin tuneye. Dê ji bo te jî baş be û ji bo me jî. Heke di aliyê madî de pirsgirêkên te hebin em dê bibin alîkar, heke di mijarên dersan de pirsgirêk çêbibe em dê bibin alîkar.
Y.B: Wê demê ez dê li ku bi we re hevdîtinê bikim, tenê dê bi telefonê be?
Polîs: Em dê ji we re bêjin, em dê demekê bi telefonê hevdîtinê bikin, pişt re em dê rû bi rû hevdîtinê bikin. Yanî ev mijar jî bila veşarî be. Em tiştek nakin tu biçî ji hevalên xwe re bêjî ji xwe dê agahiya min pê çêbibe di nav we de hevalên weke te hene. Tiştek çêbibe, polîs li filankesî digere agahiya me pê çêdibe. Yanî divê ev di navbera me de be. Tenê di navbera me her duyan de ye. Tu kes te nazane, tu kes min nazane, tu tiştekî diltirs tuneye.
Y.B: Min fêmkir, ez vê yêkê hinek bifikirim.
Polîs: Yanî tu vê yêkê hinek bifikire, heke tu bixwazî tiştekî ji min re bêjî tu dikarî li ser vê numreyê bigihijî min.
Y.B: Navê we Ahmet e?
Polîs:Navê min Ahmet e. Ez dixwazim rû bi rû te re jî hevdîtinê bikim. Lê divê hevdîtina me bi ewle be. Tu bi fikire. Li ser vê numreyê tu dikarî bigihije min. Cihê hevdîtinê ez dê ji te re bêjim. Tu tiştê tu jê bitirsî tuneye. Ez ji xwe mehaneya xwe digirim. Ez mirovê dewletê me ez naxwazim tu kes zirarê bibîne.
(bd)